02:27 20 Nîsan 2018
    A picture taken on January 20, 2018, from the village of Qilah in the Idlib province, shows a Kurdish forces watchtower located in the Afrin countryside.

    Balafirên şer ên Tirkiyê navçe û navenda Efrînê bombardiman kirin

    © AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 06

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê ku piştî xistina balafira Rûsyayê li Idlibê, firînên ser Efrînê heta radeyekî rawestandibûn ji nû ve dest bi bombardimana Efrînê kirine.

    Balafirên şer ên Tirkiyê derengiya şevê, bi ser esmanê Efrînê de firiyan û destpêkê hêrema gundê Baflûnê yê dikeve ser navçeya Şerayê bombardiman kirin.

    Li gor zanyariyên ajansan, balafirên Tirkiyê gundên dorûbera çiyayê Baflûnê yê navçeya Şerayê dane ber bombardimanê.

    Çavkaniyên herêmî yên ji Efrînê ragihandin ku ji xeynî navçeya Şera, Raco, Bilbilê û Cindirêsê herwiha taxên navenda Efrînê jî hatine bombardiman kirin.

    Li gor agahiyên destpêkê di encama bombardimana balafiran a navenda Efrînê de, jineke 51 salî ya bi navê Emîne Şahîn jiyana xwe ji dest daye.

    Li gor zanyariyên hîn nehatine piştrastkirin bi dehan welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

    Heta ev nûçe dihat amadekirin jî bombardimana balafirên şer a bi ser Efrînê de berdewam dikir.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ragihand ku ew telefonên biaqil bi kar nayîne
    Ji Mattis bo Minbicê: Fişarên Tirkiyê berdewam dikin
    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne
    ‘DYAyê pereyên Rûsyayê yên balafirên şerê DAIŞê dikin bloke kir’
    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
    Bajariyên Mûsilê miriyên xwe di mala xwe de defin dikin
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de