21:20 18 Sibat 2018
Zindî
    Afrin Burseya Dağı ÖSO

    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Parlamentarê Libnanê Welîd Cunbulat li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku kompleksa navendî ya Tirkiyeyê pirsa kurdî ye.

    Cunbulat bal kişand ser helwesta Tirkiyê ya li hemberî kurdan ku digihe heta heyama Osmaniyan û got: "Her kes dizane ku ev sed sal yan jî zêdetir e, kompleksa navendî ya Tirkiyeyê pirsa kurdî ye, heta di dema desthilata Osmanî de jî wiha bû."

    ‘ME SELAHEDÎN EYYUBÎ JI BÎR KIR'

    Parlamentarê Libnanê herwiha dijberiya Sûriyê ku niha li hemberî kurdan li Efrînê şer dike jî wekî nakokî nirxand û da xuyakirin, "Lê çima ereb û bi taybetî dijberiya Sûriyeyê dikeve lîstika mihweran. Nexasim li Efrînê ku di şûna şerê rejîmê bike, şerê kurdan dike. Ev kompleksa dîrokî ya ereban li hemberî kurdan e. Me Selahedîn Eyyubî ji bîr kir."

     

    Bi heman mijarî:

    Bajariyên Mûsilê miriyên xwe di mala xwe de defin dikin
    10 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kilîsê
    Rûsya: Alîkariya Amerîkayê ya bo HSDê rakeşiya Efrînê zêde dike
    Wezareta Petrolê ya lraqê li Kerkûkê zelalgeha petrolê ava dike
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Ji YEyê hişyariya Efrînê û fikara têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê
    Erdogan: Niyeta me tune em 3,5 mîlyon welatiyên Sûriyê heta hetayê li vir bigrin
    Etîketan:
    efrîn, sûriye, tirkiiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de