21:18 23 Gulan 2018
    Qeraxa Beyrûdê

    Libnan ‘li hember êrişkariya Îsraîlê' lengergehekê ava dike

    © Sputnik / Ekaterina Chesnokova
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Avadanî û Îskanê yê Libnanê Yusif Finyanus ragihand ku Libnan li nêzî sînorê Îsraîlê dê lengergeheke navnetewî ava bike.

    Yusif Finyanus di civîne çapemeniyê de diyar kir ku Libnan plan dike ku li ser sînorê Îsraîlê lengergeheke navnetewî ava bike.

    Finyans anî ziman ku lengergeh dê li bajarê Sûrê li qeraxa navçeya Nakurayê were ava kirin. Finyanû da zanîn ku ev proje ji bo bergiriya êrişkariya Îsraîlê dê were çêkirin.

    ‘LI HEMBERÎ ÎSRAÎLÊ PROJEYA BERXWEDANÊ'

    Finyanus diyar kir ku ew hêvî dikin ku herêmên li nêzî sînorê Îsraîlê geş bibin. Herwiha Finyanus got, "Ev proje di heman demÊ de projeya berxwedena li hember Îsraîlê ye. Divê em bi dijmin bidine famkirin ku em her tima amade ne ku şer bikin"

    Di navbera Libnan û Îsraîlê de lihevnekirina bikaranîna 860 kîlometre behrê didome. Herdu welat jî di vê qadê de heq îdia dikin.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Libnanê: Lîberman rasterast me tehdîd dike
    Kurdistaniyên li Libnanê êrişa Efrînê şermezar kirin
    Serokê CIA yê berê: Îran, Iraqê dike wekî Libnanê
    Etîketan:
    proje, geşedan, berxwedan, Lengergeh, Finyans, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de