14:03 18 Sibat 2018
Zindî
    Riyad - paytexta Erebistana Siûdî

    Erebistana Siûdî nûçeya derbarê Îsraîlê de derewand

    © REUTERS/ Faisal Al Nasser
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Erebistana Siûdî nûçeya ku digot Siûdî ev cara pêşîn e qada xwe ya hewayî ji bo firînên rasterast yên Îsraîlê vekir, ji aliye Miduriyeta Giştî ya Hewayiya Sivîl ya Erebistana Siûdî ve hat derewandin.

    Berdevkê Miduriyeta Giştî ya Hewayiya Sivîl ya Erebistana Siûdî ji bo Reutersê axivî û nûçeya ku digot, ji bo ku rasterast ji Delhiya Nû berbi Tel Avîvê firînan li dar bixe, destûr ji Şîrketa Hewayî ya Hindistanê (Air India) re hatiye dayîn, derewand.

    Çavkaniyên ji sektora hewayî ya Îsraîlê duhî ji rojnameya Haaretzê re gotibû, Erebistana Siûdî destûr daye Air Indiayê ku ji bo firînên rasterast yên ji Delhiya Nû ber bi Tel Avîvê qada wan ya hewayî bi kar bîne.

    Rayedarên Air Indiayê jî piştrast kir ku wan ji bo bikaranîna qada hewayî ya Erebistana Siûdî destûr xwestiye lê ew niha li bende Miduriyeta Giştî ya Hewayiya Sivîl ya Hindistanê ne.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîka li dû aloziyên Rojhilata Navîn in
    Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo firînên Îsraîlê vekir
    Dijberiya Îsraîlê: Divê di rêveberiya El Eqsa û Qûdsê de Erebistana Siûdî rol bilîze
    Li Erebistana Siûdî kevirên beriya milyonek û 700 salî hatin keşifkirin
    Erebistana Siûdî ji İsraîlê “Kubeya Demir” xwest
    Li Erebistana Siûdî dîmenên daweta du zilaman bû reklam
    Etîketan:
    firîn, qada hewayî, Berdevkê Miduriyeta Giştî ya Hewayiya Sivîl ya Erebistana Siûdî, Îsraîl, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de