17:19 24 Nîsan 2018
    Yemen

    NY: Ji ber pevçûnan 47 hezar însan malên xwe terikandin

    © REUTERS / Mohamed al-Sayaghi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, ji ber şer û pevçûnên bajarê Taîz û Hudaydaha Yemenê din ava du mehan de 47 hezar însan malên xwe terikandin.

    Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Ji ber şer û pevçûnên Taîz û Hudaydahê bi hezaran însan neçar man malên xwe biterikînin."

    Stephane Dujarric di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava du mehên dawî ji ber pevçûnan 47 însan ji cih û warên xwe bûn û neçarman ku herin Aden û bajarên başûrê welêt. Erebîstana Siûdî ambargoya xwe rakir lê hê jî bandora wê dewam dike."

    Ev demeke dirêj e li Yemenê di navbera milîsên husî û leşkerên hikûmeta meşrû de pevçûn diqewimin. Husî ji Îlona 2014an ve kontrola Sanaya paytext di destê xwe de digrin û Koalîsyona Erebî jî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike piştgiriya hikûmeta meşrû ya Yemenê dike.

    Bi heman mijarî:

    Başurê Yemenê ji nû ve vedije: Cûdaxwazan Aden stend
    'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
    Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
    Agahî ji peyamnêrê Spûtnîkê yê Yemenê nayên girtin
    Etîketan:
    Neteweyên Yekbûyî (NY), Taîz, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de