15:35 21 Gulan 2018
    Pakistan

    Li Pakistanê li dijî baregeha leşkerî êrîşa bombeyî: 11 mirî

    © AFP 2018 / TAUSEEF MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bakurê Pakistanê li herêma Kabalê li dijî baregeheke leşkerî êrîşeke bombeyî pêk hat û di encamê de 11 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

    Teqîn
    © AFP 2018 / Dirk Waem/Belga
    Di daxuyaniya artêşa Pakistanê de hat diyarkirin ku xwekujekî li Geliyê Swatê yê li herêma Kabalê ket qada leşkeran û bombeya li ser xwe teqand.

    Hat diyarkirin ku 3 leşker li cihê bûyerê, 8 leşker li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Herwisa di bûyerê de 13 leşker jî birîndar bûn.
    Hat gotin ku rêxistina bi navê Tehrîk-î Taliban ya Pakistanê (TTP) li xwe girtiye.

    Serokwezîrê Pakistanê ŞAhid Hakan Ebbasî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û xemgîniya xwe anî ziman.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
    Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
    Artêşa Pakistanê: Pêdiviya me bi pereyên Amerîkayê nîne
    Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
    Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 6 kes birîndar bûne
    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Etîketan:
    êrîşa bombeyî, Baregeha Leşkerî ya Pakistanê, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de