01:30 24 Gulan 2018
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

    Guterres: Pêvajoya aştiya Sûriyê, bi kongreya Soçiyê re ket qonaxeke nû

    © AP Photo / Khalil Senosi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di civîneke rojnamevanî de kongreya Soçiyê wekî qonaxeke girîng di pêvajoya aştiya Sûriyê de nirxand.

    Guterres destnîşan kir, "Di hevdîtinên Sûriyê de bo hemû xelkên Sûriyê qonaxeke nû dest pê kir û di jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de biryara avakirina komîteya destûrê hat standin."

    Guterres herwiha bal kişand ser ku divê biryara komîteyê jî li Cenevê bigihîje encamê û li ser li hev bikin.

    Sekreterê NYyê diyar kir ku rewşa mirovî pir xerab e li Sûriyê, ev du meh in jî ti karwaneke alîkariyê naçe deverên dorpêçkirî yên Sûriyê û got, "Êdî deqeyek jî dema me nîne em winda bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: 'Piştgiriya Amerîka ya bo YPGê şirîkatiya me ya berdewamî jehrî dike'
    Li Bursayê bombe bi polîs de hat teqandin
    Bayik: Rastiya Tirkiyê li Efrînê dagirkerî ye, siyaseta DAIŞê dimeşîne
    Rûsya: Dê çekên me yên ne nukleerî jî tirsa stratejîk bidin
    3 xortên piştgirên Efrînê bi guleyan birîndar bûn, lê asayîşa Kurdistanê teqe red kir
    Spûtnîkê belgeya erebkirina navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê bi dest xist
    Etîketan:
    Antonio Guterres, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de