17:27 24 Nîsan 2018
    ala almanya û YEyê- ala Yekitiya ewrûpayê

    100 navdaran ji bo Efrînê name ji Merkelê re şandin û banga piştgiriya Efrînê kirin

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Bi qasî 100 nivîskar, derhêner, lîstikvan, akademisyen û hunermendên ewropî ji bo helwestê li dijî êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê re nîşan bide, ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel re nameyeke vekirî şandin.

    Di nameya ku nêzîkî 100 hunermend, nivîskar û akademisyenan îmze kiriye de, bêdengiya siyaseta alman a li hemberî operasyona Efrînê tê rexnekirin û bangewazî hat kirin, "Hewil bidin ku nirxên Yekîtiya Ewropayê yên demokrasî, parastina hiqûqa navnetewî û mafên mirovan bicih bînin û ji bo vê xebatê bikin."

    Di nameyê de herwiha piştgirî bo hewla avakirina rêveberiya demokratîk a Efrînê hat dayîn û daxwaza piştgiriyê hat kirin.

    Di nameyê de bang hat kirin ku li hemberî wêrankiriya Tirkiyê ya bi hemû alavên leşkerî ya Efrînê bêdeng nemînin û berpirsiyariyên xwe bicih werînin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Navenda Demokrasî bîlançoya roja 14an a êrîşa Efrînê weşand
    Erdogan: Em ê ji bo 3.5 milyon Sûriyeyiyan li vir û nav Sûriyê xaniyên mayînde çêkin
    Li Kanadayê Helîkopter ket
    Çavuşoglu: 'Piştgiriya Amerîka ya bo YPGê şirîkatiya me ya berdewamî jehrî dike'
    Li Bursayê bombe bi polîs de hat teqandin
    Bayik: Rastiya Tirkiyê li Efrînê dagirkerî ye, siyaseta DAIŞê dimeşîne
    Etîketan:
    Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de