22:21 19 Nîsan 2018
    Rakka DSG YPG

    ‘Kurdan li Sûriye barê têkoşîna hêzên mezin ên dinyayê hilgirtiye’

    © REUTERS / Erik De Castro
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Dîplomatên berê yên Amerîka û Rûsyayê di panela Konseya Atlantîk a Washingtonê de hatin ba hev û rewşa Sûriyê, Rojava û operasyona dijî Efrînê nirxandin.

    Di panelê de hat diyarkirin ku dê şerê li Efrînê bibe sedema kêşeyên nû li herêmê. Dîplomatê rûsî û Wezîrê Derve yê berê li Rûsyayê Andre Kozîrev jî li ser rewşa kurdan li Sûriyê diyar kir, "Kurd neçar bûne ku barê têkoşîna hêzên mezin ên dinyayê li Sûriyê hilgirin."

    ‘DÊ OPERASYONA EFRÎNÊ LI SÛRIYÊ JI NÛ VE BIBE SEDEMA ALOZIYAN'

    Cîgirê Sekreterê NATOyê yê amerîkî û Balyozê berê yê Moskowê Aleksander Vershbow li panelê got, dê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê li Sûriyeya ku şer û pevçûn heta radeyekê kêm bûne de, ji nû ve bibe sedema aloziyan.

    Dîplomatê amerîkî destnîşan kir ku hemleya Tirkiyê ya operasyona Efrînê li hember Amerîkayê xurtkirina Rûsyayê li Sûriyê ye û Amerîka ji vê operasyonê nerazî ye.

    Efrîn
    © AFP 2018 / Ahmad SHAFIA BILAL
    ‘KURD LI SÛRIYÊ KETINE BIN BARÊ TÊKOŞÎNA HÊZÊN MEZIN ÊN DINYAYÊ'

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andre Kozîrev jî di panelê de bal kişand ser ku Sûriye bûye qada têkoşîna hêzên mezin ên dinyayê û kurd jî neçar bûne vî barî li ser milê xwe hilgirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Em li ser Minbicê bi Tirkiyê re axivîn, lê nabe naverokê eşkere bikim
    YPGê hejmara windahiyên xwe yên di şerê Efrînê de ragihand
    ‘Berpirsê çapemeniyê' yê DAIŞê li Koceliyê hat girtin
    Yekîtiya Ewropa: Betalkirina biryara berdana Taner Kiliç, li hiqûqê darbe ye
    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
    Ji bo Weqfa Furkanê ku serokê wê li dijî operasyona Efrînê derketibû, qeyûm hat tayînkirin
    PDKî: Eyloyên Zagrosê operasyonek li dijî pasdarên Îranê pêk anî
    Şaredariya Amûdê avakirin li herêmên arkeolojîk qedexe kir
    Macron: Ez li paş gotinên xwe me
    3 rêveberên TTBê bi şertê kontrola edlî hatin berdan
    Hevseroka Kantona Efrînê: Li Efrînê jiyan bi awayek normal didome
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de