19:25 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê geh li Lubnanê xwar: ‘Beyrût wê hemû bikeve penagehan’

    © AP Photo / Sebastian Scheiner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftinek xwe de balê kişand ser ku devdîra êrişa Lubnanê dibînin.

    Serokkomarê Îsraîlê di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin re de, anîbû ziman ku "Îran lê dixebite ku fabrîkeya moşekan li Lubnanê çê bike. Em bi temaşekirina vê buyerê nasekinin." Piştî van gotinên Netanyahu Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî di derbarê Lubnanê de axivî. Avigdor Liberman anî ziman ku ihtimala şerê bi Lubnanê re heye û zêde ye.

    Liberman di berdewamiya axaftina xwe de van îfadeyan bi kar anî: "Dibe ku leşkerên Îsraîlê mecbur bimînin ku heya nav Lubnanê biçin û şer bikin. Eger ku hin Îsraîlî îro mecbûrin di penagehên di bin erdê de bijîn, wê Lubnanî jî di penagehan de bijîn."

    Bi heman mijarî:

    Lubnan û DAIŞê li hev kir: Bi 17 otobusan DAIŞî hatin veguhestin
    Hat îdiakirin ku Amerîka û Îsraîl li ser plana ji bo astengkirina Îranê li hev kiriye
    Îsraîl: Di mijara îdamê de em ê li pey şopa Amerîkayê herin
    Peskov: Ne Rûsya ne jî Amerîka dikare qeyrana Îsraîl û Filistînê çareser bike
    Etîketan:
    Şer, îsrail, Lubnan, Avigdor Liberman, îsrail
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de