01:04 21 Nîsan 2018
    Erdhej

    Li Efxanistanê erdhejeke mezin pêk hat

    © AFP 2018 / Sam Yeh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Efxanistanê bi pileya 6.1an erdhejek pêk hat. Erdhej li Hindistan û Pakistanê jî hat hîskirin.

    Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) daxuyand ku li Efxanistanê li bajarê Feyzabadê yê bi ser parêzgeha Bedehşanê bi pileya 6.1an erdhej pêk hatiye.

    USGSê ragihand ku erdhej bi qasî 191 kîlmetroyan di binê erde de pêk hatiye.

    Navenda Sismolojiyê ya Behra Spî ya Ewropayê jî mezinahiya erdhejê wekî 6.1an diyar kir.

    Erdhej li Hindistan û Pakistanê jî hat hîskirin.

    ​Rayedarî ji AFPê re anî ziman ku li parêzgeha Balucistanê ya Pakistanê xanî hilweşiyane û di encamê de pitikekê jiyana xwe ji dest daye û 9 kes birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê erdhej pêk hat û li Kurdistan û Iraqê hat hîskirin
    Li Kirmaşanê bi dijwariya 4.7 erdhej
    Li Mûsilê erdhej çêbû
    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
    Li Helebceyê erdhej pêk hat
    Li Kurdistanê erdhej
    Etîketan:
    erdhej, Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de