08:54 20 Sibat 2018
Zindî
    Afganistan

    Êrîşê ofîsa saziyê ya navdewletî kir: Herî kêm 12 birîndar hene

    © REUTERS/ Parwiz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Nangarhar yê bi ser rojhilatê Efxanistanê li dijî ofîsa saziya sivîl a navneteweyî, Save The Children (Zarokan Rizgar Bikin) êrîşa xwekujiyê hat pêkanîn û di encamê de 12 ke birîndar bûn.

    Berdevkê Walîtiya Nangarhar Ataullah Hogyanî diyar kir ku 4 êrîşkar hebûn û yekî ji wan li ber deriye ofîsa li bajarê Celalabadê xwe teqand û her 3 êrîşkarên din ketin hundir û li derdorê gule reşand.

    Hogyanî anî ziman ku li gorî zanyariyên pêşîn di encama êrîşê de 12 kes birîndar bûne û di navbera hêzên ewlehî û êrîşkaran de pevçûn qewimî.

    Şahidên bûyerê got, êrîşkaran çekên giran bi kar anîne û agir bi ofîsê ketiye.

    Hemû rê û kolanên diçin herêma ku ofîs lê ye, hatin girtin. Hêj ti kesan ev êrîş li xwe negirtiye.

    Bi heman mijarî:

    Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî: Bi fişarên êrîş û şer kurd dest ji mafên xwe bernadin
    Ciwan Haco bo êrîşa li ser Efrînê got: Êrîş li dijî gelê kurd e, ne li dijî partiyekê ye
    Bangewazên êrîş û talana xwepêşandanên Kurdistanê hatin girtin
    Li du taxên Kerkûkê êrîş
    Li hember wesayîta MITê êrîş pêk hat
    Etîketan:
    birîndar, êrîş, Save The Children, Saziya Sivîl a Navdewletî, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de