08:27 27 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

Rojnameya ji bo êrîşa li dijî Efrînê got 'dagirkerî' piştî gotinên Erdogan rastî êrîşê hat

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 12

Rojnameya Bakurê Qibrisê, ku operayona artêşa tirk a li dijî Efrînê wekî "dagirkerî" bi nav kiribû, piştî rexneya Serokomarê Tirk Recep tayip Erdogan rastî êrîşê hat.

Hat ragihandin ku rojnameya bi navê Afrikayê, ku li Bakurê Qibrisê heftane weşanê dike, ji bo operasyona artêşa tirk a li dijî Efrînê bi sernavê "Ji Tirkiyeyê operasyoneke din a dagirkeriyê" nivîsek weşand.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî dawiya hefteyê li Bursayê di axaftina xwe de rexne li vê rojnameyê girt û got, "Li Bakurê Qibrisê rojnameyekê sernavekî bê exlaqî avêtiye. Dibêje, ‘Artêşa Tirk piştî Qibrisê dagirkeriyeke nû dike'. Ez bang li birayên xwe yên Bakurê Qibrisê dikim ku li dijî vê yeke hewlestê nîşan bidin. Ev bê exlaqî ye, bê edebî ye. Ez bang li birayên xwe yên Bakurê Qibrisê dikim. Divê bersivekê bidinê."

Piştî van gotinên Erdogan avahiya rojnameya Afrikayê rastî êrîşê hat.

Rojnameger Sefa Karahasan, ku li Bakurê Qibrisê dixebite, wêneyên êrîşê li ser hisabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Dîmenên kurê Erdogan ên li Navenda Birêvebirina NHByan hatine parvekirin
Erdogan li ser operasyona Efrînê gef li HDPê xwar
Erdogan: Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir
Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Etîketan:
rojname, êrîş, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Efrîn, Bakurê Qibrisê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de