22:00 21 Sibat 2018
Zindî
    Ala Îsraîlê

    'Dibe ku Îsraîl êrîşê Îranê bike'

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê berê yê îstixbarata Îsraîlê General Amos Yadlin behsa hevkariya stratejîk a Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê kir û diyar kir ku dibe Îsraîl bi hevkariya Amerîkayê êrîşê Îranê bike.

    Berpirsê berê yê îstixbarata Îsraîlê General Amos Yadlin di axaftina xwe ya ji bo Bloombergê de diyar kir ku Îsraîl û Amerîkayê ji bo Îranê bi hevkariyeke stratejîk komên xebatê yên ji bo şopandina armancên hevpar ava kirine.

    Yadlin got, "Bipêşxistin an jî bikaranîna çekên kimyewî li Îranê tê qedexekirin. Îstixbarata Îsraîlê û Amerîkayê bûne yek, daku binpêkirina Îranê ya şertên peymana nukleerê û avakirina hegemonyayê ya wê ya li Rojhilata Navîn bişopîne."

    Generalê îsraîlî diyar kir ku ji bo demeke kurt peymana nukleerê ji bo Îsraîlê baş e lê ji bo demeke dirêj mixalefeta Îsraîlê ya ji bo vê peymanê xwedî wate ye. Yadlin ev tişt gotin, "Di encamê de ev Peyman ji bo bernmayeke nukleerê rewatiyê dide Îranê. Em Îranê wekî welatekî ku dixwaze Îsraîlê tune bike dibînin. Ji ber vê yekê em ê destûrê nedin ku ew çekan ji bo vî karî bi dest bixe."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îranê bi zorê derman bi çalekvanên ku mirin da xwarin'
    Îranê li ser biryara Amerîka ya avakirina 'Hêza Ewlehî ya Sînorê Sûriyeyê' daxuyanî da
    Li Îranê di girtîgehê de xwepêşandêrekî din hat kuştin
    Sîxurekî Îranê li ser sînor hat girtin
    Serokomarê Îranê ji gotinên nûnerê Xameney aciz bû
    'Li Îranê 2 xwenîşandêr bi îşkenceyê hatin kuştin'
    Etîketan:
    êrîş, Bloomberg, Berpirsê berê yê îstixbarata Îsraîlê, Amos Yadlin, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de