17:19 25 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    ‘Rûsya û Amerîka li Sûriyê ketina pêşbirka baregehên leşkerî’

    © REUTERS / Yuri Gripas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor nûçeya Defense Newsê ku dispêre çavkaniyên leşkerî, hebûna leşkerî ya deverên girîng ên Sûriyê ya Amerîka û Rûsyayê nîşaneya wê yekê ye ku her du welat ketine pêşbirga baregehên leşkerî li herêmê.

    Di nûçeyê de tê gotin ku her du welat jî ji bo li dijî gefên asîmetrîk derkevin hêzê li herêmê bicih dikin.

    Agahiyên navnîşanên baregehên leşkerî jî hatin parvekirin ku hat eşkerekirin, Amerîka li Sûriyê xwediyê 2 qadên leşkerî ye ku yekîneyên mezin ên leşkerî tê de bicih kirine. Yek ji wan baregehên amerîkî, li Tebqaya nêzîkî Reqayê ye ku komên kurd têne perwerdekirin û ya din jî li bajarê Tanfê ye ku bi destûra yekîneyên rûs û sûrî ketine wê deverê.

    'TI RÊKEFTIN JI BO HEBÛNA AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ NÎNE'

    Herwiha ji bo Rûsyayê jî tê gotin, Rûsya jî xwedî du bingehên leşkerî ye li Sûriyê ku Baregeha Hewayî ya Hmeymimê û baregeha Tartusê ya deryavanî ye.

    Defense News diyar dike, Rûsya bi destûr û hevkariya hikûmeta Sûriyê li herêmê ye, lê Amerîka bêyî ti rêkeftinan bingehên xwe yên leşkerî danîne ser xaka Sûriyê.

    Wekî sedema vê hevrikiya Rûsya-Amerîkayê jî erdnîgariya stratejîk a Sûriyê tê nîşandan ku li nav welatên Kendavê û Rojhilata Navîn rêya girîng a bihûrdeka deverê ye.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Em reşikên siyasî yên vî welatî ne, lê dewlet ya me hemûyan e
    McGurk û Qubad Talebanî li Hewlêrê civiyan
    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê: Em ê rîskên mezin bistînin, êdî sebra me nema ye
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê dîsa serxwebûnxwazan bi dest xist
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de