22:04 21 Sibat 2018
Zindî
    Yemen

    Leşkerên koalîsyonê ketin kemînê: 60 kuştî û birîndar

    © AP Photo/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku leşkerên koalîsyona erebî li herêmên El Hadide û Taîzê ketin kemîna milîsên husî û Ensarullahê. Di kemînê de 60 leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

    Milîsên husî û Endarullahê li herêma El Arceli ya El Şebeke û li Yekhtal a El Mekhaya eyaleta Taîzê ku dikeve rojavayê Yemenê li hemberî leşkerên koalîsyona erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike kemîn danîn.

    Li gor jêderên yemenî di kemîna Yekhtalê de zêdetirî 40 leşkerê koalîsyona erebî hatin kuştin û birîndar bûn û 6 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin.

    Çavkaniyekî din jî dibêje: "Hêzên Ensarullahê roja şemiyê li herêma El Kataba ku dikeve bakurê navçeya El Khuheya eyaleta El Hadideyê, wesayîteke zirxî ya koalîsyonê îmha kirin û zêdetirî 20 leşker jî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
    Agahî ji peyamnêrê Spûtnîkê yê Yemenê nayên girtin
    Hûsiyan serokê ku bi Riyadê re li hev kir kuştin, Erebistan jî Yemenê bombebaran dike
    Li Yemenê şerê navxweyî
    Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
    Etîketan:
    Artêşa Yemenê, Hêzên Husi, El Hadide, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de