16:22 26 Nîsan 2018
    Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê

    'Balafirgehên Herêma Kurdistanê dê bên vekirin'

    CC BY-SA 2.0 / Jeffrey Beall
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat îdiakirin ku Herêma Kurdistanê û Hukumeta Baxdayê li ser vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê nêzê li hev kirine û wê di demek nêz de vebin.

    Şandek ji Herêma Kurdistanê bi wezîrê karê navxweyê Kerîm Şingalî re dûhê ji bo axaftina çareseriya pirsgirêkan çûne Bexdayê. Heyet li Bexdayê bi wezîrê karê hundir yê Iraqê  Qasim Erecî re hevdîtin kirine. Li gor nûçeya Rûdawê, hevdîtin baş derbas bûye û li ser çareserkirina vekirina balafirgehên Herêmê jî gavek girîng hatiye avêtin. Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê general Sedî Meîn jî di derbarê hevdîtinê de aniye ziamn ku "hevdîtin di atmosferek erênî de derbas bû û me dît ku di çerçoveya yasayan de çi pirsgirêk bên axaftin wê çareser bibe."

    Di komisyona ku ji Hewlêrê çûne de, berpirsê balafirgeha Silêmaniyê Tahîr Ebdullah û  rêvebirê balafirgehaa Hewlêrê Telar Fayiq cih girtiye. Di derbarê naveroka civînê de zêde agahî nehat dayîn lê gor îdiayan mesela vekirina firokeyên Herêma Kurdistanê hatine axaftin û di peyama xwe ya ku ji komiteya hevdîtinê de şandiye de gotiye ku "hewl didin ku heya 25ê vê mehê firokeyên Herêma Kurdistanê ji bo çûyîn û hatinên navdewletî re vebin.

    Hêjayî gotinê ye ku Balafirgehên Kurdistanê ji 27 îlona 2017an vir de girtîne.

    Bi heman mijarî:

    Hewlêr: Ebadî ne rast dibêje
    Wezîrê Navxweyî: Divê êdî balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Ebadî û Nuceyfî pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
    'Ne Hewlêr ne jî Bexda dixwaze diyalogeke cidî bikin'
    Etîketan:
    irak, Firoke, Kurdistan, Irak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de