16:35 26 Nîsan 2018
    Haremuş Şerif

    Dijberiya Îsraîlê: Divê di rêveberiya El Eqsa û Qûdsê de Erebistana Siûdî rol bilîze

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dijberiya Sereke ya Îsraîlê Herzog Herzog pêşniyar kir ku di rêveberiya El Eqayê de rolekî bidine Erebistana Siûdî. Herzog ji bo wêrîsê Siûdî Muhammed bin Selman ‘yek ji şoreşgerên mezin ê Rojhilata Navîn e'.

    Serokê Partiya Karkeran a Îsraîlê Herzog ji rojnameya Erebistana Siûdî ya ku li Londonê weşanê dike Ilafê re axivî û got, "Erebistana Siûdî di mijara Erebistana Siûdî de dikare roleke girîng bilîze. Dema ku di gotûbêjan de mijar hate ser Quds û El Eqsayê bi ya min divê Erebistana Siûdî rol û berpirsyariyekê bilîze. Erebistana Siûdî di mijara Mekke û Medîneyê de xwedan tecrübe ye. Bi ya min, em pêşniyar bikin da ku Erebistan Siûdî di vê mijarê de roleke sereke bilîze.

    Serokê Dijberiya Sereke ya Îsraîlê Herzog Herzog diyar kir ku di çareseriya pirsa Filistin û Îsraîlê de divê Erebistana Siûdî roleke sereke bilîze û pesnê prensê Erebistanê Bin Selman da, "Wêrîsê Erebistana Siûdî Prens Muhammed bin Selman ‘yek ji şoreşgerên mezin ê Rojhilata Navîn e'.

    Bi heman mijarî:

    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da
    Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Îranê tevahiya Qûdsê weke ‘Paytexta Filistînê' nas kir
    Erdogan: Balyozxaneya Tirkiyeyê li Qûdsê ye
    Etîketan:
    Qûds, Bin Selman, Hersog, El Eqsa, Qûds, Israil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de