10:13 24 Çile 2018
Zindî
    Şam

    Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrişî Sûriyeyê kirin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor nûçeya SANAyê ku dispêre artêşa Sûriyeyê, balafirên Îsraîlê eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê bombebaran kirin.

    Televîzyona dewleta Sûriyeyê ya fermî (SANA) di nûçeya xwe de ku dispêre artêşa Sûriyeyê ragihand ku balafirên Îsraîlê 3 moşek avêtin eniyên leşkerî yên li herêma El Katîf a nêzîkî Şamê.

    Li gor daxuyaniyê, pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê balafireke aîdî Îsraîlê xist û moşekên ku hatibûn pekandin îmha kirin.

    SANAyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Balafirên Îsraîlê pêşî ji qada hewayî ya Libnanê moşek avêtin. Piştî ku balafirekê derb xwar vê carê ji Çiyayê Golanê êriş hat kirin, lê ev moşek ji aliyê pergala parastin a Sûriyeyê ve hatin îmhakirin. Herî dawî Îsraîlê ji sînorê xwe moşek pekandin yek ji van moşekan jî hat îmhakirin, lê yên din zirara aborî çêkirin."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Me gengeşiya ku Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê derxistibû têk bir
    Dê li Almanya dijberên cihuyan û dewleta Îsraîlê bên dersînorkirin
    Rojnamevana libnanî bangî Îsraîlê kir: Nasrallah bikujin
    Parlementoya Îsraîlê pêşnûmaya îdamê pejirand
    Balafirên Îsraîlê Xezze bombebaran kirin
    Etîketan:
    Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrişî Sûriyeyê kirin, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de