06:23 21 Gulan 2018
    Suudi Arabistan

    11 prensên din hatin binçavkirin

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin, 11 prensên ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî li pêşberî Qesra Qraliyetê xwepêşandan li dar xistin hatin binçavkirin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), Serdozgerê Siûdî Suud el-Muceb di axaftina xwe de ragihand ku 11 prensên Siûdî hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniya serdozger, prensan daxwaza efûya xizmekî xwe yê cezaxwarî û betalkirina biryarnameya qraliyetê ku dê ji vir pê ve emîrên Siûdî pereyên av û elketrîka xwe bidin kirin.

    Prensên ku digel hişyariyan ji devê qesrê veneqetiyan derheqê wan de biryarkirina binçavkirinê hat deranîn û ji bo werin darizandin şandin Girtîgeha Haîrê.

    Serdozger Muceb di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku li pêşberî qanûnan her kes wek hev e. Yên ku li dijî qanûnan derkevin kî dibe bila bibe wê hisab bide edaletê.

    Bi heman mijarî:

    Husiyan bi moşekan êrişî Siûdî kir: Kesek mir û çend avahî hilweşiyan
    Îsal ji bo hec û umreyê ji Herêma Kurdistanê kes neçûye Erebistana Siûdî
    Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
    ‘Erebîstana Siûdî milîsên filistînî li hemberî Hizbullahê bi çek dike'
    Îranê bersiv da sûcdarkirinên Amerîkayê û Erebistana Siûdî
    Etîketan:
    11 prensên Siûdî hatin binçavkirin, Suud el-Muceb, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de