16:15 26 Nîsan 2018
    Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanî Hesen Nesrellah

    Rojnamevana libnanî bangî Îsraîlê kir: Nasrallah bikujin

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnamevana libnanî Maria Maaluf di hisabê xwe yê medya civakî de bangî Îsraîlê kir ku serokê rêxistina Hizbullahê Hesen Nasrallah bikujin.

    Rojnamevana navdar a libnanî Maria Maaluf di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah hedef girt û got: "Bi rastî eger Îsraîl aştiyê dixwaze divê bi Hizbullahê re li hev bike. Ji bo ku hetanî îro em ji Hesen Nasrallah xelas nebûn."

    Maria Maaluf di peyameke xwe din de jî ji Îsraîlê daxwaz kiribû ku bi êrişa hewayî Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah bikuje. Maaluf di peyama xwe de gotibû: "Eger Îsraîl Hesen Nasrallah wek dijmin dibîne çima bi êrişeke hewayî me jî wî xelas nake. Bi awayî dê ewlehî jî saz bibe."

    Dadgeha Libnanê ji bo heqaret û teşwîqkirina sûcê şîdetê li hemberî Nasrallah daxwaza girtina Maria Maaluf kir.

    Bi heman mijarî:

    Nasrallah: Projeyên parçekirina Sûriyê têk çûn
    Nasrallah: Ji bo êrişên nû em amade ne
    Nasrallah bertek da 'Rapora Filistînê': Vê bûyerê rastiya NY nîşan da
    Nasrallah Îsraîl tehdîd kir: "Reaktora nûkleerî vekin, an em ê êriş bikin"
    Nasrallah: "Hizbullah wê ji hebûna evdalê li Qesra Spî îstîfade bike"
    Etîketan:
    Hizbullah, Hesen Nasrallah, Maria Maaluf, Îsraîl, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de