04:49 26 Sibat 2018
Zindî
    Husî

    Rêya sereke ya lojîstîkê hat birîn: Bi 10an kuştî

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Koalîsyona Erebî li Yemenê rêya sereke ya lojîstîk a milîsên husî birî. Di êrişê de bi dehan milîsên husî hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya ajansa nûçe ya dewleta Îmarata Erebî (WAW), Koalîsyona Erebî ku Erebîstana Siûdî pêşengiya wê dike li Yemenê rêya sereke ya lojîstîk a navbera bajarê Taîz û Hudeydeyê ya husiyan birî.

    WAWê di nûçeya xwe de ku dispêre çavkaniyekî leşkerî yê Îmaratê ragihand ku di operasyonê bi dehan milîsên husî hatin kuştin.

    Koalîsyona Erebî li Yemenê bi piştgiriya çek û lojîstîka Îngîltere û Amerîkayê li hemberî milîsên husî şer dike. Li gor Rêxistina Tendirustî ya Cihanê, ji sala 2015an ve piraniya wan sivîl 8 hezar û 750 kes di şerê Yemenê de hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    'Hevpeymana Erebî di êrîşa li Yemenê de herî kêm 20 sivîl kuştine'
    Ji DYAyê ji bo Yemenê îtîrafa operasyona bejayî
    Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
    'Kuştina Salih şerê li Yemenê gurtir kir'
    Agahî ji peyamnêrê Spûtnîkê yê Yemenê nayên girtin
    Etîketan:
    Milîsên husî, Hezên Koalîsyona Erebî, Taîz, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de