16:14 26 Nîsan 2018
    Knesset

    Parlementoya Îsraîlê pêşnûmaya îdamê pejirand

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşnûmaya ku ji filistîniyan re cezaya îdamê tîne, ji aliyê parlementoya Îsraîlê ve hat qebûlkirin.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, 3 cihûyên ku di meha tîrmehê de hatibûn kuştin bibîr xist û wiha got: Hin kes hene, bi sûcên ku dikin ve jiyanê heq nakin, em vê qanûnê ji bo van kesan diguherînin.

    Di malpera fermî ya parlementoyê de hat daxuyakirin ku pêşnûma, di dengdana ewil de li hember 49 dengan, bi 52 dengan ve hatiye pejirandin. Netanyahu jî anî ziman ku, ev qanûn li hember sûcên giran yên mirovatiyê edaleta herî

    dawî ye. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman jî bi gotinên, ‘'rijandina xwîna cihûyan ne hêsane'' ve alîkarî da bû pêşnûmayê. Her wiha ji bo ku pêşnûma bibe qanûn û bikeve rewacê, divê du carên din ji parlementoyê derbas

    bibe. Wekî ku tê zanîn li dadgehên sivîl yên Îsraîlê cezaya îdamê tune ye. Li dadgehên leşkeri jî ji xeynî hin rewşên îstîsna ev ceza nayê dayin.

     

    Bi heman mijarî:

    Hat îdiakirin ku Amerîka û Îsraîl li ser plana ji bo astengkirina Îranê li hev kiriye
    Îsraîl li Qudsê bi navê Trump rawestgeha trênê çêdike
    Îsraîl: Di mijara îdamê de em ê li pey şopa Amerîkayê herin
    Peskov: Ne Rûsya ne jî Amerîka dikare qeyrana Îsraîl û Filistînê çareser bike
    Netanyahu: Li Rojhilata Navîn yekane dewleta rêzê li ol û baweriyan digire Îsraîl e
    Etîketan:
    Ceza, Îdam, cihû, Avigdor Liberman, Benyamin Netanyahu, Îsrail
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de