15:46 21 Gulan 2018
    Leşkerê amerîkî

    DAIŞê leşkerekî Amerîkayê kuşt, 4 leşker jî birîndar bûn

    © AFP 2018 / YASIN AKGUL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma Nangarhar a Afganistanê di şerê rûbirûbûna milîtanên DAIŞê û leşkerên amerîkî de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

    Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerê li navçeya Açîn a herêma Nangarharê de, leşkerî wan can daye û 4 leşker jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ji 4 leşkeran 2 ji ber ku birînên wan sivik bûne ji nexweşxanê hatine derxistin.

    Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afganistanê General John Nicholson derbarê bûyerê de xemgîniya xwe anî ziman û got; "Em bi ji dest dana kesekî ji nav xwe gelekî xemgîn in. Di vê dema zehmet de, em bi hest û dilê xwe ligel kesûkarên wandahiyan û birîndaran re ne."

    Navçeya Açîn a Afganistanê wekî keleha DAIŞê tê naskirin û li meha Nîsana 2017an Amerîkayê bombeya MOAB anku ‘Dayika hemû bombeyan' li wir ceribandibû.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî hatibû ser kar, şandina 4 hezar leşkeran bo Afganistanê pesend kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
    Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hat kuştin
    Dadgeha Îranê: Xwepêşandar li dijî Xwedê derdikevin, dê bên darvekirin
    Muftî pereyê dijîtal Bitcoin qedexe kir
    Xwepêşandanên li Îranê wê bibin sedema guhertina desthilatdariyê?
    'Zelamên serxweş jinan wek laşekî ji bo seksê dibînin'
    Etîketan:
    Rojhliata Navîn, Afganistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de