05:13 21 Nîsan 2018
    Muhammed Mursî

    3 sal cezayê hepsê li Mursî hat birîn

    © AFP 2018 / Khaled Desouki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Dadgeha Ceza ya Kahîreya Misrê îro 3 sal cezayê hepsê li Serokkomarê berê yê Misrê Mihemed Mursî û 19 kesên din birî û herwiha ji ber ku hekaret li dadgehê kirine 2 milyon poundê Misrê (112.700 dolar) cezayê pereyan li wan birî.

    Li gor nûçeya Reutersê di heman dozê de xwepêşandarê navdar ê Misrî Ala Evdil Fetah û parlamenter û pêşkêşkarê televizyonê Tewfîq Okaşa jî hatin darizandin û ew jî bi cezayên pereyan yên di navbera 30000 û milyonek poundê Misrê hatin darzandin.

    Mursî di sala 2011an de li Misrê hatibû hilbijartin û di nîvê sala 2013an de ji wezîfeyê hatibû bi dûrxistin û girtin.

    Mursî bi tometa ku di protestoyên sala 2012an de xwepêşandar kuştine 20 sal, û ji bo sîxurtiya ku ji Katarê re kiriye jî bi 25 salan hatibû ceza kirin.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Em hevî dikin ku firînên bi Rûsyayê re heta dawî ya sale ji nû ve dest pê bike
    Misir îdiayên derbarê baregeha rûs derewand
    Rûsya: Divê Iran, Iraq û Misir beşdarî civîna Sûriyeyê bibin
    Misir, deriyê sînor ê Refahê dîsa vekir
    Misir: Dibe balafira me di encama êrişek terorî de ketibe
    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Etîketan:
    heps, ceza, dadgeh, Mihemed Mursî, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de