06:19 21 Gulan 2018
    Qral Ebdullah

    Bi gumana amadehiyên derbeya leşkerî dikin birayên xwe avêtin hepsê

    © REUTERS / Hazir Reka
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn, bi gumana ku Erebîstana Siûdî piştgiriya derbeya li hemberî wî dike 2 bira û pismamekî xwe ji wezîfeya wan a artêşê dûr xist û avêtin hepsê.

    Li gorî îdîayan, herdu bira û pismamê Qral Ebdullah ji bo derbeya leşkerî bikin bi prensê welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed bin Selman û bi prensê Îmarata Erebî Zayed re têkilî danîn.

    Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn bi îdîaya ku bi piştgiriya Erebîstana Siûdî û Îmaratê wê derbeyê lê bikin birayên xwe prens Feysal bin Huseyn, prens Elî bin Huseyn û pismamê xwe Talal bin Huseyn dane girtin.

    Li gorî nûçeya El Sura ya çapemeniya erebî, prensê Siûdî Muhammed bin Selman û prense Îmaratê Muhammed bin Zayed ji bo derbeyê li Qral Ebdullah bikin bi herdu bira û pismamê wî re li hev kirin. Piştî ku îstîxbarata Urdinê bi vê hisiya Ebdullah herdu bira û pismamê xwe ji artêşê teqawût kirin û xiste girtîgehê.

    Bi heman mijarî:

    Li pêş Ataşetiya Urdin ya li Parîsê teqîn pêk hat
    Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
    Pûtîn û Qralê Urdinê Rojhilata Navîn axivîn
    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ber bi Urdinê ve kete rê
    Li dijî kampa penaberan a li Urdinê êriş: Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Li Urdinê hewldana derbeya leşkerî, Qral Ebdullah, Urdin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de