07:42 27 Nîsan 2018
    Hemas

    Îsraîlê: Ji Xezzeyê 3 moşek hatin avêtin

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku du moşekên ji Xezzeyê hatin pekandin me avêtin.

    Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, çend deqiqe berê li herêma konseyên Şaar Hanegev û Sdot Negevê sîrenan hat bihîstin. Ji Xezzeyê 3 moşek hatin avêtin. Pergala parastina hewayî ya Kubbeya Demir 2 moşek xistin.

    Rojnameya Haaretzê jî di nûçeya xwe de ragihand ku moşeka sêyemîn jî li herêma Şaar Hanegevê îsabedî avahiyekê kir, ziyanên aborî çêbû lê kuştî û birîndar tinene.

    Moşeka ku ji Xezzeyê hat avêtin li nêzî merasîma rojbûna leşkerê îsraîlî Oron Şaul ku di sala 2014an de ji aliyê Hemasê ve hatibû kuştin ket. Haaretzê dîmên rewşa panik a dema avêtina moşakan parve kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
    Îsraîl li Hemas da
    Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir
    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand
    Ji Hizbullahê bo Hemasê peyvên giran: We ax beramberî xwîna şehîdan firot
    Etîketan:
    Artêşa Îsraîlê, Hemas, îsraîl, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de