01:12 26 Nîsan 2018
    Artêşa Yemenê

    Li Hudeydeyê şerê dijwar: 44 leşker û milîs hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn

    © AP Photo / Wael Qubady
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Hudeyde yê Yemenê di navbera leşkerên hikûmeta meşrû û milîsên husî de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 44 leşker û milîs hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên leşkerî, duhî husiyan ji bajarê Hudeydeyê ku li kêleka Deryaya Sor e bi top, hawan, moşekên katyuşa û çekên giran êrişî navçeya Huhê ku di destê hikûmeta meşrû de ye kirin. Di navbera husiyên ku dixwestin navçeyê bi dest bixin û leşkerên artêşê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

    Li gorî agahiyan ji hêzên derdorê jî alîkarî ji bo artêşê çû û balafirên şer ên koalîsyona erebî ku Erebîstana Siûdî pêşengiya wê dike herêm bombebaran kirin. Di bombebaranê de gelek wesayîtên leşkerî û bataryayên moşek ên husiyan hatin rûxandin. Di encamê pêvçûnên dijwar û dirêj de 9 leşkerên artêşa Yemenê û 35 milîsên husî hatin kuştin.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku digel milîsên husî bi top, hawan û çekên giran êriş kirin jî ti pêşveçûn bi dest nexistin.

    Bi heman mijarî:

    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Yemen- Şer gur e
    Etîketan:
    Li Yemenê şer, Hudeyde, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de