10:17 23 Nîsan 2018
    İsrail Dışişleri Bakanı Avigdor Liberman

    Îsraîlê derbarê ‘Qirkirina Ermenan' de daxuyanî da

    © AP Photo / Sebastian Scheiner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku DYAyê Qudsê wek paytexta Îsraîlê qebûl kir têkîlîyên navbera Îsraîlê û Tirkiyeyê berbi xerabûnê ve diçin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîberman derbarê têkîlîyên herdû dewletan de daxuyenîyek belav kir.

    Li ser pirsekê Liberman got: "Mijara ‘qirkirina Ermenan' bandorê li pozîsyona Îsraîlê ya li hemberî Tirkiyeyê nake."

    Li gor nûçeya malpera news.az ya navenda wê li Azerbeycanê ye Lîberman di roportaja ku daye qenala RTVê bilêv kiriye ku, "pejirandina qirkirina Ermenan niha nayê qebûl kirin."

    Liberman di daxuyaniya xwe destnîşan kiriye ku, "bi ya min ne dema axaftina vê mijara dîrokî ya bi munaqeşe û teorîk e"

    Liberman li ser pirsa ‘gelo têkîlîyên bi Azerbeycanê re dibe asteng' wiha bersiv da: "têkîlîyên bi Azerbeycanê ji bo Îsraîlê pir girîng in."

    Herwiha welatê Îsraîlê di nav dewletên ku qirkirina Ermanan qebûl nekiriye de ye.

    Ji aliyê din ve partîya Yeş Atid xwe amede dike ku pêşnûmaya qirkirina Ermenan bi fermî pêşnîyazî parlementoya Îsraîlê bike.

    Serokê partîyê Yair Lapid di daxuyaniya xwe ya derheqê mijarê de got ‘Qirkirina Ermenan pêwist bû ji zû de bihata qebûl kirin.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji Xezzeyê 2 moşek avêtin Îsraîlê'
    Li Amedê mitînga Qudsê: Hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
    Bazirganiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde dibe
    Serokomar şewitandina ala Îsraîlê şermezar kir û got: Ez ji ber vê yekê şerm dikim
    Etîketan:
    qirkirin, Avîgdor Lîberman, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de