17:25 24 Nîsan 2018
    Jinên Erebîstana Siûdî

    Cara ewil balyoza jin li Erebistana Siûdî hat tayin kirin

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Belçîkayê bû welatê ewil ku balyoza jin ji bo Erebistana Siûdî tayin kir.

    Wekî ku tê zanîn Prensê Welîaht Muhammed bin Selman li welatê xwe hemleyên modernîzmê dabû destpêkirin. Belçîka jî ji bo balyozxaneya xwe ya li Erebistanê balyoza jin pêywirdar kir.

    Hikûmeta Belçîkayê ragihand ku Dominique Mineurê wek balyoza Riyadê tayin kirine û ji bo mafên jinan jî ku bibe peyamek.

    JIN TABIÎ DESTÛRA MÊRAN IN

    Her çiqas di meha cotmehê de li Erebistanê ji bo jinan destûra ajotina tirimpêlan û veketina stadyûman derketibe jî jin hîn jî bêyî çarşevê nikarin bikevin saziyên dewletê. Ji bo zewac, seyehat û xebata jinan destûra mêrên ji malbatê hewcêye.

    JI BO ÎRANÊ JÎ BALYOZA JIN

    Televîzyon û radyoya Belçîkayê ragihand ku Dominique Mineur ji Mîrîtiya Yekîtiya Ereban tayînî Erebistana Siûdî bû ye û havînê wê dest bi pêywira xwe a li Riyadê bike.

    Hin Rayedarên hikûmeta Belçîkayê ragihandin ji bo ku Riyad di reforman de hêdî tevdigere xwestine peyamekê nişan bidin.

    Herwiha Belçîka wê ji bo balyoza jin tayînî Îranê jî ku jin rastî neheqiyan tên bike.

    Gurcistanê jî di sala 2010an de Erebistana Siûdî jî di nav de ji bo dewletên herêmê diplomata jin Yekaterina Majering Mikadze tayin kiribû û xebatên xwe ji Kuwetê dimeşand. Gurcistanê li Riyadê di sala 2015an de balyozxaneya xwe vekir û dîplomatekî mêr pêywirdar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    3 nûnerên kurdan tevlî civîna Riyadê dibin
    Serokwezîrê Libnanê Harîrî ku îstîfa kir ji Riyadê veqetiya
    Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dicive: Dahatuya Esad di rojevê de ye
    Pûtîn: Moskow û Riyadê piştgirî dan îstîqrara bazarên cihanê
    Abdulfetah Sîsî û Kral Selman li Riyadê hevdîtinek pêk anîn
    Etîketan:
    jin, balyoz, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de