15:45 22 Nîsan 2018
    Moşek

    Hûsiyan bi moşeka balîstîk êrîşî qesra Qraliyeta Erebistana Siûdî kir

    © AP Photo / Amir Kholousi, ISNA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî Reutersê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dengê çekan bilind bû. Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan moşeka balîstîk avêtinê Riyadê.

    Piştî ku ajansan ev agahî belavkirin çend xulek bi şûnde Hûsiyên li Yemenê ku li hemberî koalisyona ku pêşengiya wê Erebistan dike diyar kirin ku wan moşekeke balîstîk avêtine Qesra Qraliyeta ya li Riyadê.

    El Arabiyaya Erebistana Siûdî diyar kir ku moşeka balîstîk li hewayê hatiye berterefkirin.

    Herwiha El Arabiyayê daxuyaniya koalisyonê weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku moşek li hewaya ji aliyê pergalên parastina moşekî ve hatiye berterefkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hûsiyan peyamnêrê Spûtnîkê jî di nav de 41 rojnamevan berdan
    Hûsiyan peyamnêrê Sputnikê jî di nav de, bi tevahî 41 rojnameger dîl girtine
    Kerry ji Îmarata Ereban ragihand: ‘Hûsiyan û Koalîsyona Ereban li hev kir'
    Etîketan:
    bergirî, ceribandia moşekî, moşek, Erabîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de