07:46 27 Nîsan 2018
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Wezîrê Tirk: Em ji bo kurdî û elewîtiyê dibêjin, ne bes e lê erê

    © REUTERS / Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ismet Yilmaz li ser tayîna mamsoteyên zimanê kurdî û cihgirtina eleweîtiyê di kitêbên dersan de got, "Em dibêjin ne bes e lê erê, ger kêmasî hebin em bi hevdu re temam bikin."

    Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Ismet Yilmaz li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di derbarê budçeya perwerdehiyê de bersiva pirsên parlamenteran da û parast ku wergirtina mamosteyên bi peyman mecbûrî ye.

    Yilmaz ji bo mamsoteyên li bajarên kurdan got, "Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat sîrkûlasyona mamosteyan gelekî zede ye. Ji bo rakirina vê yekê ji holê ev pergal jî rêyek e."

    Li gorî malpera Gazete Duvarê wezîrê tirk Yilmaz di derbarê tayînkirina mamosteyên zimanê kurdî de got, di warê zaravay kurmancî de 94, di warê zaravaya zazakî de jî 14, bi tevahî 108 mamoste mamsotetiyê dikin.
    Ismet Yilmaz di axaftina xwe de behsa ‘demomratîzekirina zimanê kurdî û bikaranîna wê ya di perwederhiyê de jî kir û herwisa li ser daxwazên elewiyan jî got, "Em dibêjin ‘ne bes e lê erê', ha em jî dibêjin ‘ger kêmasiyên me hebin, em bi hevdu re temam bikin."

    Etîketan:
    elewîtî, zimanê kurdî, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê, Ismet Yilmaz, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de