17:27 20 Nîsan 2018
    Seyfulîslam Qeddafî

    Qeddafî dest bi siyasetê dike

    © REUTERS / Paul Hackett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurê Serokê Libyayê yê berê Muammer Qeddafî ku di destpêka krîza siyasî ya Libyayê de hat kuştin Seyfulîslam Qeddafî dest bi siyasetê dike. Qeddafî amadehiyan dike ku tevlî hilbijartina 2018an a Libyayê bibe.

    Seyfulîslam Qeddafî
    © REUTERS / Paul Hackett
    Li gorî malpera înternet a Middleeasteyeyê, berdevkê malbata Qeddafî Basem al Haşîmî di axaftin axaftina xwe ya Misrê de nûçeyên ku belavbûne yên ji bo namzediya Seyfulîslam serast kir. Haşîmî di axaftina xwe de got: "Kurê Qeddafî Seyfulîslam dibe tevlî hilbijartina 2018an a Serokatiya Libyayê bibe."

    Piştî kuştina Muammer Qeddafî, Seyfulîslam Qeddafî li bajarê Sebhayê hatibû girtin û ji ber sûcên ‘li hemberî xwepêşandanan şîdet', ‘kuştina xwepêşandanan', ‘dorpêçkirina gund û bajaran' û ‘zirardayîna malê saziyên fermî' dihate darizandin.

    Seyfulîslam di sala 2011an de piştî kuştina bavê xwe hatibû girtin û hetanî Hezîrana sala 2017an di girtîgeha Tobrukê de mabû. Syfulîslam bi saya qanûneneke ku ji parlamentoyê derbasbû serbest hat berdan.

    Bi heman mijarî:

    Kurê Qeddafî hat berdan
    ‘Qeddafî di encama planekê komployî de hat kuştin'
    Pismamê Qeddafî: ‘Rêveberin berê divê şûnde vegerin ser kar'
    'Gelê Lîbyayê Qeddafî wek rêberekî didît'
    Etîketan:
    Qeddafî dest bi siyasetê dike, Seyfulîslam Qeddafî, Tobruk, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de