14:33 20 Gulan 2018
    Polîs

    Polîsan bi ser grûba ku amadehiya êrişan dikir de girt: 5 kuştî

    © AFP 2018 / Ahmed Abdel Fattah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Misrê hêzên ewlehî bi ser grûbeke ku amadehiya êrişên saziyên fermî dikir de girt, di pevçûnê de 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî hatin binçavkirin.

    Wezareta Navxweyî ya Misrê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku hêzên ewlehî li bajarê Kalyubiyê li hemberî grûba ku amadehiya êrişên saziyên fermî dikir operasyonek li dar xist.

    Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehî ji grûbê xwest ku teslîm bibin lê grûbê bi guleberdanê bersiva hêzên ewlehî da. Di şer û pevçûnê de 5 kes hatin kuştin. Ji bo kesên din ê girêdayî grûbê werin dîtin li bajarê Îskenderiye, Kalyubiyê û Vadî el Cedîdê operasyon hatin lidarxistin û di operasyonan de 11 kes hatin binçavkirin.

    Saziyên mafên mirov ên Misrê, van operasyonên hêzên ewlehî wekî li hemberî muxalifan bi nav dikin û dibêjin ev tesfiyeya xelsên sivîl ê bêçek e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Misrê, peymana destpêkirina seferên balafiran îmze kirin
    Pûtîn serdana Misrê dike
    Wezîre Berevaniyê yê Rûsya: Li hember terorê em piştgiriyeke tam didin Misrê
    Li Misrê şer: 11 kuştî 9 kes jî birîndar bûn
    Misrê bersiv da Îsraîlê: Em dev ji bostekê jî bernadin
    Li Misrê êrişî mizgeftê kirin: Herî kêm 235 kes can dan
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Misrê, Kalyubiye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de