02:42 26 Nîsan 2018
    Deriyê sînor

    Îsraîlê herdu deriyên sînor ê Xezzeyê girtin

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku rêvebiriya Îsraîlê biryar û deriyên sînor ê Kerm Ebû Salim û Beyt Hanun (Erez) girtin.

    Hêzen Ewlekariyê yên Îranê
    © AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
    Berdevkê artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku deriyên sînor yê bazirganî Kerm Ebû Salim û Beyt Hanun ji ber sedemên ewlehî dê ji îro pêve girtî bimîne.

    Avichay Adraee di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Duhî ji Xezzeyê bi moşekan êrişî Îsraîlê kirin, lewma artêşa Îsraîlê li Xezzeyê êrişî herêmeke leşkerî ya Hemasê kir.

    Li Xezzeyê 7 deriyên sînor ku çûnûhatin çêdibe hene û ji wan deriyê Refahê di destê Misrê de 6ên mayîn jî di bin kontrola Îsraîlê de ne. Piştî ku Hemas sala 2007an di hilbijartinê de bi ser ket kontrola deriyan bi dest xistibû lê Îsraîlê 4 ji wan deriyan girtibû.

    Niha tenê deriyê Kerm Ebû Salim û Beyt Hanun ji bo karsaz, nexweş û pasaportên biyanî vekiriye.

    Bi heman mijarî:

    'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
    Rapora Xezze ya Îsraîlê: Netanyahu û Ya'alon ji bo pêşiyê li şer bigirin, gav navêtin
    Netanyahu pirsên derbarê Xezzeyê de bersivand
    Îsraîlê li Xezzeyê rêveberê TIKAyê girt
    Artêşa Îsraîlê dîsa li Xezzeyê xist
    Etîketan:
    Berdevkê artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee, Xezze, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de