19:56 19 Çile 2018
Zindî
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu: Li Rojhilata Navîn yekane dewleta rêzê li ol û baweriyan digire Îsraîl e

    © REUTERS/ Jaime Saldarriaga
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu biryar û encamnameya Lutkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê birêve çû red kir û got, ti bandoreke wê li ser me nîne û divê Filîstînî rastiyê bibînin.

    Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrtiya Îsraîlê de hat gotin ku divê Filîstînî rastiyê bibînin, ji bo aştiyê kar bikin û xwe dûrî tundiyê bikin.

    'EM NABÊJIN QUDS TENÊ PAYTEXTA ÎSRAÎLÊ YE'

    Li ser encamnameya Lutkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) de jî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê rastiyeke din a derbarê Orşelîmê (Quds) de jî bê qebûlkirin: Ew jî em nabêjin ev bajar tenê paytexta Îsraîlê ye. Di heman demê de, em israr dikin ku li Rojhilata Navîn tekane welat em in li Qudsê rêzê ji hemû ol û îbadetan re digirin."

    'DÊ GELEK WELAT PAYTEXTBÛNA QUDSÊ NAS BIKIN'

    Netanyahu herwiha diyar kir ku dê di dawiyê de ‘heqîqet' qezenç bike û dê gelek welat paytextbûna Qudsê ya Îsraîlê nas bike û herwiha balyozxaneyên xwe jî werînin vî bajarî.

     

    Bi heman mijarî:

    Çekdarên nenas li Kerkûkê êrîşî hêzên dijîterora Iraqê kirin
    Klona iPhone Xê dê ji 300 dolarî erzantir were firotin
    Dadgeha Selahatin Demirtaş sibe birêve diçe
    Lahor Şêx Cengî: Çi bi şer, çi bi aştî emê vegerin Kerkûkê
    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya
    Etîketan:
    Filîstîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de