15:12 21 Çile 2018
Zindî
    Quds

    Melayê kurd: Ji bo min Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e

    © AFP 2018/ THOMAS COEX
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 43

    Melayê medresê, parêzer û berpirsê karê siyasî yê Hereketa Azadî Sidki Zîlan mijara Qudsê, siyaset û hewldana welatên misilman a ji bo Qudsê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Melayê medresê, parêzer û berpirsê karê siyasî yê Hereketa Azadî Sidki Zîlan mijara Qudsê, siyaset û hewldana welatên misilman a ji bo Qudsê ji ajansa Spûtnîkê re şîrogve kir. Li gorî Zîlan her cihê ku jiyan lê hebe, heta Kurdistan jî bi qasî Qudsê pîroz e.
    Parêzer Sidki Zîlan di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ji xwe dinya cihekî pîroz e. Çima cih û war bi sekn û mana însanên lê dimînin bi şeref dibe (şerefûl mekanî bil mekîn). Ji bo însan mexlûq e û li ser rûyê erdê dijî hemû cihanê pîroz dike. Jiyan bi xwe ji nebatatan bigre hetanî ajal û însanan hemû pîroz in. Em di vê çarçoveyê de li meseleyê temaşe dikin. Her kes pêşî li xwe digrî. Pêşî can û şûnde jî canan. Ev tiştekî fitrî ye. Wekî tê zanîn li balafirê dema ji bo rewşa lezgîn anons tê kirin dibêjin pêşî maskêyê xwe û paşî jî yên zarokên biçûk girêdin. Çima, divê pêşî mirov xwe xelas bike da ku bikaribin alîkariya yên derdorê bikin."

    ‘PÊXEMBER KONTROLKIRINA QUDSÊ LI SER MISILMANA FERZ NEKIRIYE'

    Sidki Zîlan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em di vê çarçoveyê de dibêjin Kurdistan jî bi qasî Qudsê pîroz e. Heta li cem min Diyarbekir jî Qudsê pîroztir e, çimkî ez li Diyarbekirê dijîm û berpirsyariya min vir ji ya Qudsê zêdetir e. Di dema Pêxemberê me Hezretî Muhammed de Quds ne di bin desthilatiya misilmanan de bû û hedefeke wekî kontrolkirina bajarê Qudsê dananî pêşiya misilmanan. Pêxember digot ‘adil û li ser rêya heq bin'. Ya girîng jî ev e ku em ji rastî û ji heqiyê şaş nebin."

    ‘BILA WELATÊN MISILMAN BERIYA QUDSÊ PÊŞÎ KARÊ NAVA XWE RAST BIKIN'

    Zîlan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wekî mînak Tirkiye hê bi misilman, welatiyên kurd û bi nirxên xwe re ne di nava aştiyê de dijî, ma Tirkiye bi vî halê xwe dikare tiştekî ji Îsraîlê re bêje. Quran jî dibêje li ser xêr û başiyê tifaqê bikin. Bila pêşî hemû welatên misilman karê nava xwe rast bikin, di warê heq û hiqûqê de adil bin û di nava aştiyê de bijîn, wê demê Amerîka jî û Îsraîl jî wê mecbur bimîne ku gavan berepaş bavîne."

    ‘TIRKIYE DI MESELEYA ÎSRAÎLÊ NE DIRIST E'

    Berpirsê siyasî yê Hereketa Azadî Zîlan ji bo semimiyeta Tirkiye ya Qudsê û zîrweya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê got: "Niha navê wî nayê bîra min, lê berpirsekî hikûmeta Tirkiyeyê di axaftina xwe de got ‘em ê li hemberî Îsraîlê daxwaza ambargoyan nekin û niha hewceyî bi vê tineye'. Hûn dikarin ji çapemeniyê vê daxuyaniyê bibînin. Yanî di zîrweyê de wê mijara ambargoyê neyê rojevê ji bo ku hinek soz peyman bi hev re çêkirine. Ev hûner bi wan re tineye û ne rast dibêjin. Yanî dema ku mirov vê bi meseleya Kurdistanê qiyas bike, hersê welatên cîran gihîştin hev û ambargo danîne ser Kurdistanê. Heta qada hewayî ya herêmê jî girtin. Bi samîmî dibêjim, eger Tirkiye di wê meseleya Mavi Marmarayê de peyman çênekiribûna ne Amerîka û ne jî Îsraîl cesareta tiştekî wiha nedikir."

    ‘QUDS NE BAJARÊ TI KESÎ YE'

    Zîlan di dawiya axaftina xwe de got: "Ev rêvebirên welatên endam ên Rêxistina Hevkariya Îslamî dê bicivin û li gorî nêrîna min wê çend tiştên hişyarî bidin û hew. Başe Tirkiye wê bikaribe balyozê Îsraîlê berepaş bişîne, na. Em bi eşkere û zelal diaxivin. Amerîka, Îsraîl an jî welatekî din be kî krîterên însanî, Îslamî û hiqûqî bi cih bîne ew taca serê me ye. Em dibêjin Quds ne bajarê ti kesî ye. Em dixwazin Quds bibe bajarê aştiyê û divê bibe bajarê jiyana hevpar."

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Hevkariya Îslamî îro ji bo Qudsê li Stenbolê dicive
    ‘Dinya jî xera bibe, filîstînî Qudsê berdin jî Tirkiye bernade’
    ‘Dibe meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem'
    Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
    Erdogan: Amerîka bû şirîkê xwîna ku li Qudsê tê rijandin
    Etîketan:
    Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e, Sidki Zîlan, Quds, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de