14:57 22 Çile 2018
Zindî
    Muz

    Vîdeoya stranbêja ku bi tawana mûz bi awayekî seksî xwariye hat girtin, hat weşandin

    © Sputnik/ Сергей Субботин
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li welatê Misrê dadgehekê bi îdiaya, ku di klîba xwe de bi awayekî seksî mûz xwariye, 2 salan cezaya girtîgehê li stranbêjekê birî.

    Li gorî ragihandina BBC Tirkî stranbêja 25 salî ya bi navê Şaîme Ehmed li ser nîqaşên di derbarê weşandina videoya wê de hat girtin.

    Li gorî çapemeniya Misrê stranbêja bi navê Shyma tê nasîn, roja sêşemê ji aliye dadgehê ve bi sûcê ‘bêexlaqî û weşandina vîdeoyeke tazî' hat mehkûmkirin. Ji bo derhênerê vîdeoyê jî 2 sal cezaya girtîhê hat dayîn.

    Syhma beriya girtina xwe ji kesên ku vîdeoya wê ya bi navê "Pirsgirêkên min hene" mustehcen dîtin, lêborîn xwestibû. Paşê jî li ser hesabê xwe yê Facebookê got, "Min nizanîbû ku ev hemû tişt wê biqewimin û mirov wê wisa êrîşê min bikin". Piştî vê peyama xwe hesabê xwe yê Facebookê girt.

    Hêjayî gotinê ye ku li Misrê gelek dozên bi rengî hene.

    Bi heman mijarî:

    Mûz bû sedem ku stranbêja misrî were desteserkirin
    Stranbêja ku herî zêde qezenc dike diyar bû
    Stranbêja navdar a tirk Hadise bi kîjan stranbêjê Kurd re derdikeve?
    Etîketan:
    girtin, Stranbêja Misrê, Şaîme Ehmed, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de