00:24 19 Hezîran 2018
Hamas

Hamasê Întîfadaya Sêyem ragihand

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Hamasê Abdulatîf el-Kanû piştî biryara Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku Qudsê wekî payitexta Îsraîlê nas dike ragihand ku wan Întîfadaya Sêyem dane destpêkirin.

Vladimîr Pûtîn û Mehmûd Ebbas
© Sputnik / Aleksey Nikolskyi
El-Kanû di daxuyaniya xwe ya ku da Spûtnîkê de aşkere kir ku: "Ji bo berdewamiya protestoyan û ji bo fişarên bi ser Amerîkayê de da ku biryara xwe biguherîne me ragihand ku Întîfadaya Sêyem destpêkiriye. Li Gazeyê çalakiyên protestoyî di çarçoveya destpêkirina întîfadayê de mezin dibin. Ev Întîfadaya Sêyeme.

El-Kanû li hember Amerîkayê soza ‘Roja Hêrsê' ya nû da û got: "Protesto, li Şeriaya Rojava, Gaze û Qudsê dê berdewam bikin. Lewra em, biryara Amerîka ku Qudsê wekî payitexta Îsraîlê dibîne protesto dikin, ji ber ku em Qudsê wekî payitexta Filistînê dibînin. Em hêvî dikin ku protesto hîn jî mezintir bibin."

Bi heman mijarî:

Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'
Filistîn li benda Pûtîn e
Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'
Filistîn: 'Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye'
Vatîkanê bi fermî, Filistîn wekî dewlet nas kir
Etîketan:
çalakî, protesto, daxuyanî, Abdulatîf el-Kanû, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de