08:36 21 Sibat 2018
Zindî
    Bombebarankirina Xezeyê

    Îsraîlê Xeze bombebaran kir: Du kuştî û çend birîndar

    © REUTERS/ MOHAMMED SALEM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên keşfê yên Îsraîlê îro piştî nîvro li navçeya Beyt Laheyayê ya Xezeyê motorsklêt kirin armanc û di encamê de du filistînî hatin kuştin û çendên din birîndar bûn.

    Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê Wafayê, balafirên îsraîlî moşek avêtin motosklêtên ku du xortan li herêma Menşiyeyê ya bajarokê Beyt Lahyayê diajotin û di encamê de herdû hatine kuştin û çend welatiyên di wir re derbas dibûn jî birîndar bûne.

    Herwiha Reutersê ragihand ku nişticihên herêmê ragihandiye, êrîş bûye sedem ku du endamên Tevgera Cihada Îslamî werin kuştin.

    Ji aliyê din ve, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Afxayî Adreayî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ew nûçe red kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîra ku hevdîtinên nepen bi Îsraîlê re kiribû îstîfa kir
    Îranê bertek nîşanê Erebistana Siûdî û Îsraîlê da
    Îsraîlê asteng danîn ber siyasetvanên frensî
    Serokomarê Îsraîlê daxwaza leşkerê Îsraîlî red kir
    Heşda Şeibî: Serkeftina me li dijî DAIŞê serkeftina li hemberî Siûdî û Îsraîlê ye
    Misrê bersiv da Îsraîlê: Em dev ji bostekê jî bernadin
    Etîketan:
    Filistîn, Xeze
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de