19:18 23 Hezîran 2018
Filistîn

‘DAIŞ qediya hedefa me Îsraîl e'

© REUTERS / Mussa Qawasma
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina Hizbullahê li herêma Dahiye ku dikeve başûrê bajarê Bêrûdê yê Libnanê ji bo Qudsê mîtingek li dar xist. Gelek libnanî û filistînî tevlî mîtîngê bûn.

Serokê Hizbullahê Hesen Nasrullah bi vîdyo konferansê tevlî mîtîngê bû û di axaftina xwe de got: "Piştî serkeftina Hizbullahê ya herêmê êdî em ê tevlî meseleya Filistîn û Qudsê bibin."

Hesen Nasrullah di berdewamiya axaftina xwe de biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a Qudsê wekî dawiya Îsraîlê bi nav kir û got: "Ez bangî xeta berxwedanê dikim, şerê me yê bi DAIŞê re qediya û êdî divê em berê xwe bidin hedefa xwe ya eslî."

Nasrullah di dirêjiya axaftina xwe de ji bo hevkariya stratejîk a dijî Îsraîlê bangî hemû mitefiqan kir. Xwepêşandan bi alên Hizbullah û Filistînê tevlî mîtîngê bûn û li hemberî Amerîka û Îsraîlê sloxan avêtin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
Erdogan: Amerîka bû şirîkê xwîna ku li Qudsê tê rijandin
Daxuyaniya Trump bo Qudsê li Rojhilata Navîn teqîna bombeyeke nû ye
Netanyahu bangî welatên YEyê kir: Qudsê wekî paytextê Îsraîlê binasin
Abdurrahman Kurt ji Qudsê biryara Trump ji Spûtnîkê re şîrove kir
Trump pîrozbahiya Hanûkayê diyarî Qudsê kir
Etîketan:
Hizbullah, Hesen Nasrullah, Libnan, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de