05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

    'Tirkiye ditirse ku di nav planên Îsraîlê de avakirina dewleta Kurdî hebe'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Pisporê Rojhilata Navîn ê Rûsî Stanislav Tarasov îlankirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve nrixand û got, Tirkiye ji planên Îsraîlê yên ji bo avakirina dewleta Kurdî ditirse.

    Tarasov bersiv da pirsen Sputnikê û ev tişt gotin: "Trump bi daxuyaniya xwe hemû cîhan xiste fikarê. Em dibînin pêvajoyeke, ku gelek welat û gelek berjewendiyên dijberî hev tevlî dibe derdikeve holê."

    Li gorî Tarasovê, ku diyar kir ew daxuyaniyên Tirkiye yên li dijî Amerîkayê bi baldarî dişopîne, Tirkiye ditirse di nav planên Îsraîlê de fikra avakirina dewleta Kurdî hebe. Pisporê Rûsî ragihand ku ev yek di siberojê de wê ji bo yekrêziya axa Tirkiyeyê bibe metirsî û li herêmê rê li ber bêaramiyeke mezin veke.

    Stanislav Tarasov dest nişan kir ku Rûsya dikare navbeynkariyê bike û got, "Têkiliyên Rûsyayê bi Erebistana Siûdî, Îran û Îsraîlê re baş in. Lê di vir de serkeftina bi rêya dîplomasiyê zehmet e.

    Herwisa Tarasov bal kişand ser, ku Trump ev biryara di dema despêka pêvajo ya çareseriya Sûriyeyê de daye û got, dibe ku ev yek bandorê li Sûriyeyê jî bike.

    Bi heman mijarî:

    Polêsên Îsraîlê mudaxeleyî xwepêşandêran kir: 108 kes birîndar bûn
    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da
    Filistîniyan bi leşkerên Îsraîlê re şer kir
    Rûsya: Qudsa Rojavayî paytextê Îsraîlê ye û ya rojhilatî ya Filistînê ye
    Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Etîketan:
    avakirin, Dewleta Kurdî, Pisporê rûsî, Stanislav Tarasov, Tirkiye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de