20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Quds

    Abdurrahman Kurt ji Qudsê biryara Trump ji Spûtnîkê re şîrove kir

    © REUTERS/ Mohamad Torokman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 02

    Parlamenterê AKPê yê Amedê yê berê Abdurrahman Kurt li bajarê Qudsê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds wekî paytextê Îsraîlê nîşandabû ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Abdurrahman Kurt di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Bi rastî mirov dikare vê biryara Trump bi bêhêşî şîrove bike. Helbet qelsbûna misilmanan jî ev biryara Trump teşwîq kir. Xuyaye Trump ev biryar ne bi însiyatîfa xwe wergirtiye. Dema ku mirov li vir li meseleyê temaşe dike, wekî ku perçebûn, cudabûn û ji hevdûrbûna navbera misilmanan xwestiye ji xwe re bike firsendeke baş. Xebat û hewldanek wiha derdikeve pêş."

    Kurt di berdewamiya axaftina xwe de behsa serdana Trump a Siûdî kir û got: "Niha di nava alema Îslamî de nîqaşeke cidî ji bo serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Erebîstana Siûdî ku dibêjin ‘serê fitneyê' tê kirin. Eger misilman pirsgirêkên nava xwe yên mezhebî û nîjadî çareser nekin wê rastî talûkeyeke mezin werin."

    ‘DIVÊ MISILMAN DEV JI ŞERÊ NÎJAD Û MEZHEBÎ BERDIN'

    Abdurrahman Kurt di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî mînak ez bêjim, eger li Rojhilata Navîn nêzîkatiya bêedaletî ya pirsgirêka kurd, şerê mezhebî, qebûlkirina mezheban wekî ol û gelek zaefiyetên wiha gihîştiye merhaleyekê ku êdî cesaretê dide Trump. Ev bûye pêvajoyeke ku êdî divê misilman heşê xwe bidin serê xwe. Eger ev nebe sedsaleke pir xirab li pêşiya me ye. Rê libergirtina vê jî tenê bi yekîtiya nava misilmanan mimkin e. Divê misilman bi kesên mezlûm û parastvanên mafê mirov re werin cem hev, di vî warî gavên girîng bavînin û ji bo pergala edaletê li cihanê pergaleke nû û cidî ava bikin."

    ‘EV DÊ JI BO HEMÛ ÎNSANIYETÊ BIBE PÊVAJOYEKE ZAHMET Û TALÛKE'

    Parlamenterê AKPê yê berê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev biryara Trump biryareke pir talûke ku dibe bibe sebeba şerekî cihanê yê nû. Dibe gelek tişt ji encamên vê biryarê biqewimin. Eger însanetî ji bo maf û edaletê tedwîrên xwe negire, dibe em têkevin pêvajoya windakirina sedsalekê. Ev dê ji bo hemû însaniyetê bibe pêvajoyeke zahmet û talûke. Niha em li bajarê Qudsê, li bajarê Selahedînê Kurdî ku emanetî me kiriye ne. Filistîniyên ku li vir em bi wan re hevdîtinan dikin bi eşkere ‘alema Îslamî ji xeyrî yekîtiya xwe ava bike ji bo jar û mezlûman jî polîtîkayeke wan a hevpar tuneye' dibêjin. Yanî divê êdî misilman di vê pêvajoyê de pir baldar bin."

    Bi heman mijarî:

    'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da: Dê di nav civaka navdewletî de şikestinekê pêk bîne
    Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir
    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê
    Etîketan:
    Biryara Trump a Qudsê, Parlamenterê berê yê AKPê, Abdurrahman Kurt, Îsraîl, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de