15:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    Beytullahim

    Filistîniyan bi leşkerên Îsraîlê re şer kir

    © AFP 2017/ Thomas COEX
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê weke ‘Paytexta Îsraîlê' qebûl kir, Filîstînî li Şeriaya Rojava derketine kolanan. Di navbera wan û leşkerên Îsraîlî de şerên giran diqewimin.

    Li Gazzeyê Hamasê întîfadayê ragihand. Li Şeriaya Rojava jî rêxistinên Filîstînî bangewaziya grêva giştî, partiyên siyasî jî tevî ku îhtîmala şer heye jî bangewaziya protestoyan kir. Xelk li Şeriya Rojava û mizgeftên Gazzeyê beşdarî protestoyan bûn.

    RAMALLAH, EL XELÎLL Û BEYTULLAHÎM TEVLÎHEV BÛ

    Bi grêva giştî re, ji perwerdehiya ta bi danûstendinên rojava hemû xebatan jiyana rojane rawestiya. Filistîniyan li Ramallah, El Xelîl û Beytullahim kevir avêtin û lastîk şewitandin, barîqat danîn. Leşker û polêsên Îsraîlê mudaxeleyî xwepêşandêran kirin.

    Leşkerên Îsraîlî li Ramallahê bi awayekî tund mudaxeleyî xwepêşandêrên Filistîniyan kir.
    © REUTERS/ Mohamad Torokman
    Leşkerên Îsraîlî li Ramallahê bi awayekî tund mudaxeleyî xwepêşandêrên Filistîniyan kir.

    JI ÎSRAÎLÊ SEWQIYETA LEŞKERÎ

    Ajansa AFPê ya Fransiz ragihandibû ku Artêşa Îsraîlê sewqiyeta leşkeri dabû destpêkirin. Artêşa Îsraîlê jî diyar kiribû ku li gorî rewşa heyî ya leşkerî gelek tabûren leşkerî bo herêmê hatine sewqkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da: Dê di nav civaka navdewletî de şikestinekê pêk bîne
    Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir
    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê
    Etîketan:
    protesto, grev, sewqiyet, rakêşî, Ramallah, Beytullahim, Quds, Filistin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de