04:18 16 Kanûn 2017
Zindî
    Penaberên Êzîdî

    Bi dehan êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hinek êzîdiyên Şengalê ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de revandibûn di operasyona Dêra Zorê ya HSDê de hatin rizgar kirin. Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulah diyar kir ku wan di li Dêra Zorê bi dehan êzîdî rizgar kirine. Gerînendeyê Ofîsa Rizgarkirina êzîdiyên ku DAIŞê revandine Huseyin El Kaîdî jî got ku di destê DAIŞê de ji 3 hezaran zêdetir êzîdî hene.

    Hikmet Durgun

    Li gor agahiyên ku Spûtnîkê ji rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike girtine, hinek êzîdiyên ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de ji Şengalê revandibûn, di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de ji aliyê HSDê ve ji destê DAIŞê hatine xelas kirin.

    Derbarê mijarê de Berdevka YPJê ku baskê şervanên jin yên YPGê ne Nesrîn Abdulah ji Spûtnîkê re got di operasyona Dêra Zorê de me bi dehan êzîdî ji destê DAIŞê xelas kirine û weha pê de çû: "Di operasyona Dêra Zorê de, hêzên me yên taybet ji bo êzîdiyan xelas bikin bi dehan operasyon li darxistin. Di encama van operasyonanan de me bi dehan êzîdî rizgar kirin. Ji ber ku hejmar her tim diguherî em hejmareke zelal nikarin bidin. Bêtirê êzîdiyên ku me xelas kirin jin û zarok bûn. Yên ku me xelas kirin me gihandin malbatên wan. Di operasyonên rizgarkirinê de şervanên me yên êzîdî jî cih digirtin. Berî niha li Reqayê nêzî 150 êzîdîyî me rizgar kiribûn. Bi qasî ku ji destê me tê em êzîdiyan rizgar bikin.

    Derbarê mijarê de Gerînendeyê Ofîsa Rizgarkirina êzîdiyên ku DAIŞê revandine Huseyin El Kaîdî jî ji Spûtnîkê re diyar kir beşek ji êzîdiyan hatiye rizgar kirin û weha berdewam kir: Li bajarê Dêra Zorê hindik êzîdî hatin xelas kirin. Hejmara êzîdiyên ku hatin xelaskirin ne bi qasî yên li Musil û Reqayê bû. Yên ku hatin rizgar kirin me teslîmî malbatên wan kirin. Rêxistin wek ku li Sûriye û Iraqê xelas bûye xuya dike lê li her du welatan jî li çolteran hîn jî hene. Hê jî di destê DAIŞê de ji 3 hezaran zêdetir êzîdî hene. Ji bo em wan rizgar bikin em hewl didin. Ji bo rizgar kirina êzîdiyan em ji herkesî piştgiriyê dixwazin.

    DAIŞê di 3 Tebax 2014an de bi çekên giran êrîşî bajarê Şengalê kiribû ku gelek êzîdî lê dijîn û bajar û gundên bajêr dagir kiribûn. Pêşmergeyan û hêzên kurdî di Mijdara 2015an de bajar ji destê DAIŞê xelas kiribûn. DAIŞê di êrîşa Şengalê de bi hezaran Êzîdî revandibûn û gelekê wan kuştibûn. Neteweyên Yekbûyî û Iraqê gotibûn ku DAIŞê li hember êzîdiyan jenosîd kirine.

    Heya niha ji destê DAIŞê nêzî 3200 êzîdî hatine rizgar kirin û hê jî nêzî 3 hezar û 150 êzîdî di destê DAIŞê de ne.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene
    Keçeke êzîdî li Mûsilê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    DAIŞ 1400 zarokên êzîdî ji bo êrîşên xwekuj perwerde dike
    ‘3 hezar û 500 jinên Êzîdî di destên DAIŞê de ne'
    Yekîneyên leşkerî yên jinên êzîdî li dijî DAIŞê
    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand
    Etîketan:
    êzîdî, operasyon, şervan, Huseyin El Kaîdî, Nesrîn Abdulah, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de