06:35 27 Gulan 2018
Polêsen Îsraîl

AFP: Îsraîl ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir

© Foto : AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Piştî banga Serokê Hemasê Îsmaîl Heniya ya întîfadayê, Îsraîlê ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir.

Ajansa Nûçe ya AFPê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir. Herwiha artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de got: "Piştî analîza rewşa heyî me biryar da ku gelek yekîneyên leşkerî sewkî herêma Şerîaya Rojava bikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî di axaftina xwe de ragihandibû ku Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê dinase. Piştî daxuyaniya Trump, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de îdîa kiribû ku piştî Amerîkayê wê gelek welatên din jî Qudsê wekî paytextê Îsraîlê binasin.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî li hemberî vê gava Amerîka û Îsraîlê banga întîfadayê kir û got: "Em mecbur in li hemberî dijminê siyonîst întîfadayeke nû bidin destpêkirin."

Bi heman mijarî:

Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê
Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir
Faik Bulut: Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite
Erebistana Siûdî: Biryara Amerîka ya Qudsê, biryareke neheq û bê berpirsiyariyê ye
Erdogan: Ey Trump tu dixwazî çi bikî?
Etîketan:
Artêşa Îsraîlê dest bi sewkiya leşkerî kir, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de