17:30 18 Kanûn 2017
Zindî
    Îsmaîl Heniye

    Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir

    © REUTERS/ Mohammed Salem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li hemberî biryara Trump a Qudsê li dijî Îsraîlê banga întîadayê kir.

    Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir, Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe ya Xezeyê de got: "Em ê li hemberî dijminê siyonîst amadehiya întîfadayeke nû bikin."

    ‘TRUMP DÊ POŞMAN BIBE'

    Îsmaîl Heniye di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger li hemberî vê polîtîkaya siyonîst ku Amerîka pşitgirî dide agirê întîfadayê vênexin, em nikarin li dijî wan derkevin. Ez bangî welatên erebî dikim bila têkiliyên xwe bi Amerîkayê re qut bikin."

    Heniye di axaftina xwe de ragihand ku wê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji vê biryara xwe poşman bibe. Serokê Hemasê roja înê (8ê Berfenbarê) di bin sloxanên ‘ji Quds û Şeriaya Rojava re azadî' ye de ‘Roja Qahrê' îlan kir.

    Bi heman mijarî:

    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Faik Bulut: Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite
    Erebistana Siûdî: Biryara Amerîka ya Qudsê, biryareke neheq û bê berpirsiyariyê ye
    Etîketan:
    Hemas, Îsmaîl Heniye, Îsraîl, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de