17:32 18 Kanûn 2017
Zindî
    Quds

    Faik Bulut: Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite

    © REUTERS/ Baz Ratner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 20

    Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir, ji ajansa Spûtnîkê re nirxand. Li gorî Bulut, Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite.

    Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut ji bo biryara Trump ji Spûtnîkê re got: "Ya pêşî dixwaze piştgiriya xwe nîşanî dewleta Îsraîlê bide. Ya duyemîn, projeyeke Îsraîlê veşartî heye. Ev proje jî yahudîkirina bajarê Qudsê ye. Trump vê biryara xwe ya dawî dupat kir ku ji bo vê projeyê dixebite."

    Faik Bulut di axaftina de got: "Eger em li biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 1947an temaşe bikin, dibêje ‘Quds ne bajarê ereb, ne yahudî û ne jî yê xrîstiyanan e, Quds bajarê hemû netewan e, an divê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de an jî divê di bin çavdêriya komîteyeke hevpar ku ji misilman, yahudî û xrîstiyanan pêk tê de be. Ev biryara Trump li dijî vê biryara Neteweyên Yekbûyî ye."

    ‘ÎSRAÎL JI BO QUDSÊ BIKE BAJAREKÎ YAHUDÎ DIXEBITE Û TRUMP JÎ PIŞTGIRIYÊ DIDÊ'

    Bulut di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lobiya Îsraîlê li Qesra Spî û di nava rêvebiriya Amerîkayê de zêde aktîf û xwedî bandor e û ev biryara Trump jî li ser daxwaza wan girtin. Trump bi vê biryarê dixwaze dest deyne ser Qudsê. Ji aliyê din ve dema em temaşe dikin projeyeke Îsraîlê heye. Îsraîl dibêje perestgeha Pêxember Hezretî Silêman di binê Mescîda Eksayê de ye û di binê mescîdê de tunelan vedike û lêkolînan dike. Eger di encama van lêkolînan de peresgeha Hezretî Silêman were dîtin dê bêjin ji xwe evder wargehê yahudiyan e. Piştgiriya Trump jî niha zêdetir ji bo vê projeyê ye."

    ‘SIÛDÎ BERÊ PIŞTGIRÎ DIDA, LÊ NIHA WÊ JÎ DEV JI VÊ PIŞTGIRIYÊ BERDAYE'

    Pispor Faîk Bulut di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘gelo ev biryar wê bandoreke çawa li welatên Rojhilata Navîn bike' got: "Li gorî qenaeta min ev welatên Rojhilata Navîn wê nikarbin tiştêkî li hemberî vê biryarê bikin. Berî niha bi 30-40 salî Erebîstana Siûdî piştgirî dida Qudsê, lê Siûdî jî dev ji vê piştgiriyê berda û niha bi şeweyê veşartî danûstandinan bi Îsraîlê re dike, destê dostaniyê dirêj dike û peymanên saz dike. Siûdî dibêje ez van hemuyan ji bo aştiya Filistînê dikim, lê di rastiyê de armanc ne aştî ye. Berî niha bi 30 salî komîteyeke din a aştî ji bo Qudsê avakirin ku serokomarê berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demirel jî di nav de bû, lê ji wê komîteyê jî tiştek derneket û wê niha jî tiştek dernekeve."

    ‘WELATÊN EREB LI HEMBERÎ TRUMP Û ÎSRAÎLÊ NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIN'

    Bulut di dawiya axaftina xwe de got: "Kî jî bêje em ê li hemberî vê biryara Trump û Îsraîlê dest bi mueyîdeyan bikin û li dijî vê em bêdeng namînin, ne raste û ev dê vala derkeve. Dibê demek din Brîtanya jî wekî Amerîkayê biryara veguhestina balyozxaneya xwe ji Telavîvê bo Qudsê bide. Wê hinek alozî derkeve, lê di dawiyê de şerekî ku em pêşbînî dikin wê dernekeve. Welatên ereb li hemberî Trump û dewleta Îsraîl nikarin tiştekî bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Biryara Amerîka ya Qudsê, biryareke neheq û bê berpirsiyariyê ye
    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da
    Kurdên Îsraîlê li Qudsê çalakiya piştgirî ya serxwebûna Kurdistanê li dar xistin
    Li Qudsê şerê çekdarî: 3 kuştî û 5 birîndar
    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Biryara Trump a Qudsê, Faîk Bulut, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de