01:29 14 Kanûn 2017
Zindî
    Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebas

    Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye

    © AP Photo/ Jacquelyn Martin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bertek li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a naskirina paytexbûna Qûdsê wek paytexta Îsraîlê nîşan da.

    Serokê Filîstînê Ebas da xuyakirin ku biryara Trump tê wateya vekişîna ji erka navbeynkariyê û got, "Em dê bi muzakereyan bersivê bidin. Divê hemû aliyê Filîstînî sekneke hevpar nîşan bidin. Qûds paytexta aştîyê û paytexta ebedî ya Filîstînê ye."

    'DÊ BIBE SEDEMA ŞEREKÎ BÊDAWÎ YÊ NAVNETEWÎ'

    Ebas biryara Trump wekî xelatkirina Îsraîlê bi nav kir û got, dê ev ji rêxistinên tundrew ên dixwazin şerê olî derxin re bibe mahne ku dê bibe sedema şerên bêdawî yên navnetewî.

    Mehmûd Ebas da zanîn ku wan heta niha ji bo serxwebûna dewleta Filîstînê kar kiriye û ew li gor biryara 194an a Neteweyên Yekbûyî pêşhatan dişopînin û ew dê li gor wê biryarên pêwîst bidin.

    Bi heman mijarî:

    Di nav YNKê de baskê ‘Nûbûn’ ava bû: YNKê daxuyanî da
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e
    Li Mexmûrê êrîşa bombeyî: Kuştî û birîndar hene
    Filistîniyan 3 roj hêrs ragihandin, Artêşa Israîlê di teyaquzê de ye
    Etîketan:
    Îsraîl, Amerîka, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de