06:29 27 Gulan 2018
Yekîtiya Ereban

4 welatên Erebî rêxistina ku sekreterê wê kurd e, xist nava lîsteya terorê

© AFP 2018 / KHALED DESOUKI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Her çar dewletên Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarata Ereban, Bahreyn û Misrê rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê, ku sekreterê wê yê giştî kesayetiyê navdar ê kurd Elî Qeredaxî ye, xist lîsteya terorê.

Li gorî nûçeyeke malpera Şerq'ul Ewsetê çar dewletên Erebî, Erebistana Siûdî, Îmarata Ereban, Bahreyn û Misrê rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê û 11 endamên wê xiste nava lîsteya terorê.

Her çar dewlet vê rêxistinê bi piştgiriya terorîzmê tawanbar dike û wan ragihand ku ev yek di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîzmê, belavkirina îdeolojî û fikrên tundrew de hatiye kirin.

Rêxistina Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê di bin serokatiya alimê Misrî Yûsif El Qeredawî tê birêvebirin. Sekreterê Giştî yê rêxistinê jî zanayê kurd ê navdar Elî Qeredaxî yê ji Silêmaniyê ye.

Etîketan:
lîsteya terorê, Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê, Yûsif El Qeredawî, Elî Qeredaxî, Bahreyn, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de